Kerkûk…Heşdî Şeibî proseya ereb kirinê li bajar da destpê kirin!
Îro 28.10.2017ê berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyan Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha proseya ereb kirinê li bajar destpê kiriye û bi awayeke bi bername ew kar tê birêve birin û qaymeqamê navendî yê Kerkûkê, Dubiz û Daquq ku berê kurd bûn hemû ji kar hatine dûrxistin û kesên ereb di cîha wan de hatine bicîh kirin. Herçend wek wekalet tê gotin hatine bicîh kirin jî lê niyeta heşdî şeibî pir xirabe.’’
Kerkûkî aşkera kir: ‘’Li Kerkûkê desthilat di destê heşdî şeibî de ye û ew li bajar kar dikin bajar ji nasnameya kurd dûrbixin û ereb kirinê pêş dixin.’’
Derbarê gotegotên ku heşdî şeibî dê derkeve dervey bajarê Kerkûkê jî, berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê got: ‘’Ew gotegot dûre ji rastiyê.’’
Basnews
