Parlamentera turkmen Muna Qehweçî: Heşda Şeibî zordariyê li turkmenên Kerkûkê dike
Parlamentera turkmen Muna Qehweçî li ser rewşa bajarê Kerkûkê, ku ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve hatiye dagîrkirin, ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê gelekî xirab e. Çekdarên Heşda Şeibî zilm û zorek mezin li wan turkmenên ku piştevanî dabûn referandoma serxwebûna Kurdistanê, dikin.
Muna Qehweçî her wiha got, turkmenên sunnî yên Kerkûkê di bin zilm û zordariya şîeyan de ne û saziyên mafên mirov jî bi dehan belgeyên binpêkirina mafên turkmenên sunnî kom kirine.
Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî li ser rewşa Kerkûkê ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî bajar gelekî aloz kirine û fişarek mezin li turkmen û kurdên ku piştevaniya referandomê kiribûn, dikin.
Basnews
