Parlamentoya Kurdistanê dicive
Peyamnerê Rûdawê ragihand ku biryar e sibe parlemantoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên destnîşankirî bicive.
Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya herî dawiyê de biryar da hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê were paşxistin.
Biryar bû roja 1ê Mijdara 2017ê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê ûParlamentoya Kurdistanê bihata kirin. Li gorî biryara nû dê hilbijartin di meha Hezîrana 2018ê de werin kirin.
Di rûniştinê de bi 60 dengan biryara paşxistina hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê hate dayîn. Herwiha parlamenterên Yekgirtûya Îslamî jî tevlî dengdanê nebibûn.
Rudaw
