• Thursday, 19 February 2026
logo

Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand

Gulan Media October 28, 2017 Nûçe
Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
Parlemantoya Katalonyayê bi piraniya dengan serxwebûna xwe û cudabûna xwe ji Îspanyayê ragihand.

Tevî nerazîbûna hikûmeta navendî ya Îspanyayê û karên ji bo hilweşandina herêma Katalonyayê, lê parlemantoyê serxwebûna Katalonyayê ragihand.

Berê, Serokwezîrê Îspanyayê daxwaz ji Encûmena Pîran a wî welatî kiribû, ku madeya 155 a destûrê bikar bîne û herêma Katalonyayê hilbiweşîne. Îro jî parlemantoya Katalonyayê bi piraniya dengan serxwebûna xwe ragihand.

Herêma Katalonyayê roja 1 Cotmehê referandûma serxwebûna xwe bi rê ve bir û nêzîkî 90 ji sedî ji beşdarên referandûmê deng dan serxwebûna wê herêmê.

K24
Top