• Thursday, 19 February 2026
logo

150 çekdarên Sunne ji nav Heşda Şeibî vekişiyan

Gulan Media October 27, 2017 Nûçe
150 çekdarên Sunne ji nav Heşda Şeibî vekişiyan
Berdevkê hoza erebên Sunne li deşta Neynewa aşkere kir ku, bi sedema şerûpevçûnên Heşda Şeibî ligel hêzên Pêşmerge bi dehan çekdarên Sunne xwe ji nav Heşda Şeibî vekişandin.

Berdevkê hoza erebên Sunne Muzahim El-hiwêt ji BasNewsê re ragehand ku, piştî hate zanîn ku, Heşda Şeibî bo merên siyasî kar dike û ne ji bo parastina welat heta niha 150 çekdarên Sunne ji nav Heşda Şeibî vekişyane, di nav wan de fermanderên bilind hene.

Herwiha da zanîn ku, dema welatiyên erebên Sunne tevlî Heşda Şeibî bûn armanca wan şerê li dijî terorê bû, lê niha hemû hewlên xwe li dijî Pêşmerge dikin, ev yeke bûye sedema wê yekê ku, çekdarên Sunne xwe ji Heşd Şeibî vekişînin û bibêjin ku, em şerê pêşmerge nakin.

Basnews
Top