• Thursday, 19 February 2026
logo

Netewên Yekbûyî li ser şerê pêşmerge û hêzên Iraqê daxuyanî da

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Netewên Yekbûyî li ser şerê pêşmerge û hêzên Iraqê daxuyanî da
Encumena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî dilgiraniya xwe li hember şer û peçûnên navbera hêzên Iraqê û hêzên pêşmerge nîşan da.

Serokê Encumena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî û Balyozê Fransa li NY François Delattre di civîna îro ya encumenê de daxuyaniyeke derbarê rewşa Iraqê de xwand û têde ragihand, ku “Encumena Asayişa Navdewletî li hember pevçûnên navbera hêzên Iraqê û hêzên pêşmergeyên Kurd gelek dilgiran e.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em daxwazê ji her du aliyan dikin ku di demeke herî nêzîk de dest bi gotûbêjên sazîner li ser bingeha Destûrê bikin.”

Piştî bidawîhatina civîna girtî ya Encumena Asayişa Navdewletî ya derbarê Iraqê de, her du balyozên Swêd û Rûsya ji Rûdawê re ragihandin, ku ew her du welat li ser helwesteke hevbeş a derbarê Iraqê de rêkevtine û dê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihînin.

Encumena Asayişa Navdewletî ji aliyekê din ve tekezî li ser piştgiriya xwe bo iraqeke yekgirtî kir.

Rudaw
Top