• Thursday, 19 February 2026
logo

Tillerson: Min bi dûr û dirêjî li gel Barzanî gotûbêj kir

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Tillerson: Min bi dûr û dirêjî li gel Barzanî gotûbêj kir
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand, ku wî pêwendiyeke dûr û dirêj a telefonî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam daye.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê, Rex Tillerson di çavpêkevtinekê de li bajarê Cinêvê yê Swîsê ragihand: “Piştî civîna min a li gel Serokwezîr Ebadî li Bexdayê, min pêwendiyeke dûr û dirêj li gel Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî pêk anî.”

Tillerson herwiha dibêje: “Em bi aloziyên wan çend mehên dawî yên li bakurê Iraqê dilgiranin. Amerîka li gel hemû aliyên iraqî dost e, hem li Bexdayê dost hene û hem jî li Herêma Kurdistanê dost hene. Em dilgiranin ji ber wê yekê ku heta niha alî neghîştine çareseriyeke aştiyane bo aloziyan.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kiriye: “Em daxwaz ji her du aliyan dikin ku ji pevçûnan dûr bikevin, Waşington amade ye hevkariya Bexda û Hewlêrê bike bo gihîştina bi Iraqeke yekgirtî, federal û demokrat bi rêçareyeke aştiyane.”

Rex Tillerson daye xuyakirin: “Ez Serokwezîr Ebadî han didim ku destpêşxeriya Hewlêrê qebûl bike li ser bingeha Destûrê.”

Rudaw
Top