Tillerson: Min bi dûr û dirêjî li gel Barzanî gotûbêj kir
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê, Rex Tillerson di çavpêkevtinekê de li bajarê Cinêvê yê Swîsê ragihand: “Piştî civîna min a li gel Serokwezîr Ebadî li Bexdayê, min pêwendiyeke dûr û dirêj li gel Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî pêk anî.”
Tillerson herwiha dibêje: “Em bi aloziyên wan çend mehên dawî yên li bakurê Iraqê dilgiranin. Amerîka li gel hemû aliyên iraqî dost e, hem li Bexdayê dost hene û hem jî li Herêma Kurdistanê dost hene. Em dilgiranin ji ber wê yekê ku heta niha alî neghîştine çareseriyeke aştiyane bo aloziyan.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kiriye: “Em daxwaz ji her du aliyan dikin ku ji pevçûnan dûr bikevin, Waşington amade ye hevkariya Bexda û Hewlêrê bike bo gihîştina bi Iraqeke yekgirtî, federal û demokrat bi rêçareyeke aştiyane.”
Rex Tillerson daye xuyakirin: “Ez Serokwezîr Ebadî han didim ku destpêşxeriya Hewlêrê qebûl bike li ser bingeha Destûrê.”
Rudaw
