Îsraîlê gefa êrîş kirina ser Îranê kir!
Katz li hevkirinên nûkleer yên welatên 5+1 li gel îranê îmze kirine bibîr anî û got,” Dibe ku hindek guhertinên wisa çêbin ku Îran tu caran nekare bibe xwedî çekên nûkleer”.
Berî naha hevalbendê herî mezin yê Amerîka Îsraîlê bê ku pejirandinê ji Amerîka werbigre êrîşên leşkerî di sala 1981ê de li Iraqê û 2007ê de jî li Sûriyê pêkanîbû.
Herwaha hat zanîn bi awayeke demildest li ser Îranê hin pêkanîn pêkneyên jî, rêveberiya Trump li ser stratejiyeke berfireh a li dijî Îranê kar dike û Trump dê ji kongrê bixwaze ku rê ji pêkanînên li dijî Îranê re veke.
Îmzayên lihev kirina nûkleer yên ku di sala 2015 de ji aliyê welatên P5+1 û Îran ( Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya) pêk hatibûn, yek ji mijaran bû ku ji dema qampanya hilbijartinan heta naha Trump herî zêde li dijî wê peymanê derdikeve.
Basnews
