Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê: Pêwîstbû civaka navnetewî reftarên Iraqê şermizar bikira!
Encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê derbarê şerê îro de daxuyaniyek belav kir û daxuyanî waha ye:
Daxuyaniyek ji Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê!
Îro demjimêr 12:00ê hêzên Pêşmerge bi awayeke qehremanî li dijî êrîşên artêşa Iraqê û milîsên heşdî şeibî ya piştgiriya sipaha pasdarên Îranê re bersiv daye û di encamê de 3 tanq û 5 hamvî û 1 bacer a dijmin hatine têkbirin.
Hêzên artêşa Iraqê û heşdî şeibî ya Îranî bi çekên Amerîka yên wek hamvî û tanqên giran û wesayîtên bacer ên leşkerî ve êrîşên xwe yên li ser binkeyên Pêşmerge berdewam dikin.
Ev binpê kirina aşkera ya destûra Iraqê ye ku bikaranîna hêz ve çareseriya pirsgirêkên siyasî dixwazin pêkbînin.
Em bi tundî wan sînor bezandina Iraqê şermizar dikin. Civaka navnetewî pêwîstbû du heftî berî naha reftarên xirab ên Iraqê şermizar kiriban.
Iraqê hin navçeyên aram jî têkdane û zêdetirî 150.000 kes koçber bûne û metirsî bo asayîşê çêkiriye.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê
26.10.2017.
Basnews
