• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Mexmûrê pêşmerge dest danî ser 20 tirimbîlên çeteyan

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Li Mexmûrê pêşmerge dest danî ser 20 tirimbîlên çeteyan
Hêzên pêşmerge li Mexmûrê pêşrewiyeke mezin kirin û çete jî paşve direwin.

Fermandarê hêzên pêşmerge li mihwera Pirdê Kemal Kerkûkê diyar kir ku îro terorîstên ser bi Îranê û artêşa dagîrker ya Îraqê dîsa êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin lêbelê êrîşa wan hat têkbirin û di encamp de 6 çete û çekdarên artêşa Îraqê hatine kuştin û 3 tirimbîlên wan yên Hummer jî hatine şewtandin.

Kerkûkê herwiha diyar kir ku li Mexmûrê jî hêzên pêşmerge derbên gelek dijwar li terorîstan dane û terorîst bi neçare paşve reviyane.

Ev fermandarê pêşmerge diyar kir ku li Mexmûrê jî hêzên pêşmerge 20 tirimbîlên çete û artêşa daîgr ker jî bidest xistiye.
Top