Çend rêveberek payebilind ê Heşdî Şeibî di şerên îro de hatin kuştin û birîndar bûn!
Li gor zanyariyên berdest tenê li nexwaşxaneya Zummarê 45 kuştî û 75 birîndar ji Mûsilê re hatine rêkirin û tê gotin beşek ji birîndaran birînên wan girane.
Herwaha fermandarê eniya rojavayê Kerkûkê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand, ku di encama êrîşên şikestxwarî yê li sînorê Pirdê de 14 çekdarên heşdî şeibî hatine kuştin û li hin cîha jî heşdî şeibî paşde xwe vekêşandiye.
Derbarê ziyanên milîsênHeşdî Şeibî de li gor encûmena asayîşa herêma Kurdistanê û zanyariyên berdest behs dikin ku di şerên îro de 12 wesayîtên hamvî û wesayîtên leşkerî li gel 3 tanq û wesayîteke Bacer hatiye têkbirin.
Ji aliyê din ve gelek çavkanî amaje bi vê yekê dikin ku di encama şerên îro yên Pêşmerge û çeteyên Heşdî Şeibî de hejmarek rêveberên payebilind ên Heşdî Şeibî hatine kuştin û birîndar bûne.
Basnews
