• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojavayê Dîcleyê.. Pêşmergey êrişeka mezina mîlîşyayên Heşda Şe’bî paşvebir

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Rojavayê Dîcleyê.. Pêşmergey êrişeka mezina mîlîşyayên Heşda Şe’bî paşvebir
Hêzên Pêşmergey êrişeka mîlîşyayên Heşda Şe’bî bi dirêjahîya bereyê Rojavayê Dîcle, têkişikand û zîyanên mezin gihandinê.
Nuh Silêman peyamnêrê WAAR ragihand; Mîlîşyayên Heşda Şe’bî îro sat 5î serê sibehê êrişeka mezin liser sengerên hêzên Pêşmergey bi dirêjahîya bereyê Rojavayê Dîcle destipêkir, lê pêşmergey bi dijwarî bersiva Heşdê da û her zû pêşveçûnên wan ragirtin.
Got jî: Heşdê ji 3 bereyan êriş kirîye û piştî şewitandin û jinavbirina jimareyeka çek û tirombêlên serbazî, mîlîşyayên Şî’î paşve zivrîn û niha ji herdu alîyan topbaran berdewame.

Waar.tv
Top