Rojavayê Dîcleyê.. Pêşmergey êrişeka mezina mîlîşyayên Heşda Şe’bî paşvebir
Nuh Silêman peyamnêrê WAAR ragihand; Mîlîşyayên Heşda Şe’bî îro sat 5î serê sibehê êrişeka mezin liser sengerên hêzên Pêşmergey bi dirêjahîya bereyê Rojavayê Dîcle destipêkir, lê pêşmergey bi dijwarî bersiva Heşdê da û her zû pêşveçûnên wan ragirtin.
Got jî: Heşdê ji 3 bereyan êriş kirîye û piştî şewitandin û jinavbirina jimareyeka çek û tirombêlên serbazî, mîlîşyayên Şî’î paşve zivrîn û niha ji herdu alîyan topbaran berdewame.
Waar.tv
