Wahîde Yaqo Hurmiz: Tevgera Heşdî Şeibî li gel Mesîhiyan wek DAIŞê ye!
Îro 26.10.2017ê parlamentera mesîhî li parlamentoya Kurdistane Wahîde Yaqo Hurmiz ji BasNewsê re ragehand, ji ber êrîşên çekdarî yên heşdî şeibî bo ser navçeyên mesîhî li deşta Nînowa bûye sedem ku hemwelatiyên mesîhî koçberî bajarên din ên herêma Kurdistanê bibin.
Wahîde Yaqo Hurmiz ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berevaniyek qehremanane li mesîhiyên bajarokê Telesqof kir û rê neda heşdî şeibî pêşde gav bavêje.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, mesîhî baş dibînin ku Pêşmerge navçeyên wan biparêze. Ji ber çekdarên heşdî şeibî li wan navçeyane tundiyê dijî hemwelatiyan pêktînin û xelk ji tirsa mal û halên xwe bicîh dihêlin.
Basnews
