• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Fransa bang li Iraqê kir bi pêşniyarên Kurdistanê bo diyalogê razî bibe

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Wezareta Derve ya Fransa bang li Iraqê kir bi pêşniyarên Kurdistanê bo diyalogê razî bibe
Wezareta Derve ya Fransa jî piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Herêma Kurdistanê bo diyalogê nîşan da û daxwaz ji Iraqê dike bi pêşniyarên hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê razî be.

Wezareta Derve ya Frans li ser êrişên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê li dijî Kurdistanê û hewlên Herêma Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê bi Bexdayê re daxuyaniyek da û ragihand, Fransa piştevaniya hewlên destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de û misogerkirina mafên kurdan di çarçoveya Destûra Iraqê de dike.

Wezareta Derve ya Fransa piştevaniya xwe bo pêşniyarên hikûmeta Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê jî nîşan daye û ragihandiye, hikûmeta Kurdistanê gavek pozîtîf avêtiye ji ber wê jî divê Iraq razî be.

Hikûmeta Kurdistanê pêr derengiya şevê, daxuyaniyek da û ragihand, Herêma Kurdistanê bo destpêkirina diyalogê amade ye encamên referandoma serxwebûnê bicemidîne.

Wezareta Derve ya Amerîka jî piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Herêma Kurdistanê bo diyalogê nîşan dabû û daxwaz ji Bexdayê kiribû bi Hewlêrê re dest bi diyalogê bike.

Lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bersiv da û ragihand, ew tenê bi betalkirina encamên referandomê razî dibin bi Kurdistanê re dest bi diyalogê bikin.

Basnews
Top