• Thursday, 19 February 2026
logo

Seroka fraksiyona Gorran daxwazekê li dijî Pêşmerge dike û berevaniyê jî wek destdirêjî pênase dike!

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Seroka fraksiyona Gorran daxwazekê li dijî Pêşmerge dike û berevaniyê jî wek destdirêjî pênase dike!
Seroka fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê daxwaz dike, lêkolîn û lêpirsîn li dijî Pêşmerge bê kirin, ji ber berevanî li axa Kurdistanê kiriye û ew yek jî wek destdirêjî pênase kir.

Piştî têkçûna êrîşa milîsên heşdî şeibî û hêzên Iraqê li sînorê Mexmûrê ku di çapemeniya Iraqê de wek êrîşa Pêşmerge bo ser heşdî şeibî hate ragehandin, li hember vê yekê seroka fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê Sîrwe Ebdulwahîd ji malpera Firatnews re ragehand: ‘’Wek fraksiyona Gorran em daxwaz dikin dosyaya lêkolînê li dijî wan reftarên Pêşmerge li Mexmûrê bên kirin.’’

Seroka fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê daxwaz li herêma Kurdistanê kir, şandek ku nûnerê hemû partiyên siyasî tê de be, bo guftûgo li gel Bexda destpê bike pêwîste bê pêkanîn.

Sîrwe Ebdulwahîd aşkera kir, herçend wan hewl daye guftûgo li gel Heyder Ebadî bikin jî, lê ji ber her du alî li gel serokê îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî de ne, serokwezîrê Iraqê baweriya xwe bi Gorran û YNKê tineye. Herwaha got: ‘’Ebadî bêhtir li gel guftûgoya PDKê rihettir e.’’

basnews
Top