Tehran…Ebadî û Xamineyî civiyan!
Ebadî şeva borî piştî serdana Tirkiyê geheşt Tehranê û ji aliye wezîrê pîşesazî ya Îranê Mihemed Şerîetmedarî ve hate pêşwazî kirin.
Biryare piştî civîna li gel Xamineyî li gel serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî bicive.
Ew serdan û hevdîtinin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên Erebistana Siûdî, Tirkiye û Îranê piştî êrîşa çekdarên heşdî şeibî ya bi piştgiriya sipaha pasdaran a li ser Kurdistanê pêkhat, ku naha jî şer li çend eniyan, li Zummar û Pirdê berdewam e.
Basnews
