• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye: Paşvegavavêtina Herêma Kurdistanê giring e lê terê nake

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Tirkiye: Paşvegavavêtina Herêma Kurdistanê giring e lê terê nake
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolu derbarê destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng e lê têrê nake.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel Cîgirê Serokwezîrê Kosovayê û Wezîrê Derve yê Kosovayê Behçet Pascollî civîneke hevbeş a rojnamevanî lidar xist.

Mevlut Çavuşoglu wiha got: ““Paşvegavavêtina Bakurê Iraqê gaveke girîng e, lê têrê nake. Divê ev referandum bê betalkirin."

Çavuşoglu di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Barzanî fikir dikir ku heger referandumê pêk bîne dê destî li ser masayê gutogoyan bihêz bibe, lê diyar e niha lawaztir bûye. Gelê Kud ji vê yekê zerar dît.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê der heqê deriyên sînor yên di navbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de jî wiha got: "Piştî ev derî bikevin destê Bexdayê heger hewce bike em ê deriyên sînor yê nû vekin."

Rudaw
Top