• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Ebadî pêşnyaza ragirtina encamên referandomê ret kir

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
‘Ebadî pêşnyaza ragirtina encamên referandomê ret kir
Serokwezîrên Îraqê pêşnyaza hikumeta Herêma Kurdistanê ya ragirtina encamên referandomê ret kir.
Heyder ‘Ebadî serokwezîrên Îraqê di civina xwe Îshaq Cangîrî cîgirê serokkomarê Îranê da li Tehrana paytexta wî welatî li dor pêşnyaza hikumeta Herêma Kurdistanê ya ragirtina encamên referandomê got: Hikumeta Îraqê ji bilî helweşandina encamên referandomê û pabendibûn bi destûrî, ti pêşnyazên din qebûl nake.
Herwisa got: Tenê pabendibûn bi destûrî tê qebûlikirin û ev yeka li hember Kurdan tê kirin yasayî û destûrî ye.
Ev di demekê da ye ku hikumeta Hrêma Kurdistanê ji bo çarekirina kêşeyan û rawestandinan livînên serbazî û destipêkirina danûstandnan, pêşnyazek pêşkêşî hikumeta Bexdayê kirbû û ew pêşnyaze ji alîyê Amerîka û Neteweyên Yekgirtî û Îranê ve hatîye pêşwazîkirin.

Waar.tv
Top