• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Tilsqofê 6 hummerên çeteyên heşda şebî hatin şewetandin

Gulan Media October 25, 2017 Nûçe
Li Tilsqofê 6 hummerên çeteyên heşda şebî hatin şewetandin
Li mihwera Tilsqofê jî pêşmerge derbeke dijwar li çeteyan da.

Êwara îro sêşem çeteyên heşda şebî û artêşa Îraqê yaku Îran jî piştgîriya wan dike, li Tilsqofê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin.

Hêzên pêşmerge bi tundî bersifa êrîşa wan çeteyan da û di encam de jibilî ku 6 tirimbîlên wan çeteyan ji cureya Hummer hatine şewtandin, hevdem zêdetir ji 10 çete jî hatine kuştin û çend çeteyên din jî birîndar bûne.

Her îro li devera Mehmûdiye jî leşkera yek ya taybet derbeke dijwar li çetayan dabû û di encam 8 hummerên wan hatibûn teqandin û 7 çeteyên din jî hatibûn kuştin.

Weke tê zanîn îro danê sibê jî li Mexmûrê 4 hummer, tankeke çeteyan hatin şewtandin û 6 çete hatin kuştin û 20 çete jî hatibûn dîlgirtin.

Rudaw
Top