John McCain: Pêdivîye Amerîka piştgirîya Kurdan bike
Senatorê eyaleta Arîzona yê komarparêz John McCain di rojnameya The New York Timesê de bi navê ‘Kurdan hildibijêrim’ gotarek nivîsand û got: “Amerîka demeke dirêj e bi kurdan re dost e, êrişa Haşdî Şabî û hêzên iraqî ya ser Kerkûkê nayê qebûlkirin.”
‘ÊRIŞA KURDAN A KERKÛKÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
John McCain di berdewamiya gotara xwe de got: “li gorî raportên berdest, hêzên iraqî di êrişê de çekên amerîkî bi kar tîne. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Amerîka ji bo şerê DAIŞê ew çek dane Iraqê, ne ji bo êrişa kurdan ku li herêmê hevalbendên me ne.”
‘EZ KURDAN HILDIBIJÊRIM’
McCain di dirêjiya nivîsa xwe de got: “Divê Bexda ewlehî û azadiya kurdan garantî bike. Ez eşkere dibêjim, eger Bexda ewlehî û azadiya kurdan garantî neke û heke û heke Amerîka di nava kurd û milîsên ku Îran piştgiriya wan dike de neçar bimîne ez ê kurdan hilbijêrim. Niha hinek grûbên dijberên Amerîkayê herêmê li gorî berjewendiyên xwe dizayn dikin. Divê Amerîka bi vê pirsgirêka Rojhilata Navîn re eleqedar bibe û em bi dostên xwe yên kurd re sadiq bimînin.”
Waar,tv
