• Thursday, 19 February 2026
logo

“Em ê heta dawîn Kurdistanê biparêzin”

Gulan Media October 25, 2017 Nûçe
“Em ê heta dawîn Kurdistanê biparêzin”
Piştî ku Kerkûk û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ku ev çend sal e di bin kontrola hêzên Pêşmerge de bûn, bi îxanet û komployeke mezin radestî çekdarên Heşdî Şabî û çekdarên Îraqî hatin kirin, rêxistina paramîlîter a Îranê Heşdî Şabî sînorên derveyî deverên nakok jî binpê kir û êrişî Pêşmerge kir. Li Pirdê dîsa çekdarên Heşdî Şabî xwastin ku pêş ve werin lêbelê Pêşnmergeyên Kurdistanê derbekî giran li wan da û êrişên Heşdî Şabî têk birin. Dema ku çekdarên vê rêxistinê nekarîn bi wê riyê werin îcar berê xwe guherandin û berê xwe dan navçeya Teqteqê ku girêdayî Hewlêra paytext e ku bîrên petrolê lê hene. Li nêzî vê navçeya Kurdistanê li Koyê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene ku yek ji wan partiyan PDKÎ ye.

“2 armancên wan hene”

Rojnameger û Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Selîm Zencîrî li ser kiryar û tevgera çekdarên girêdayî Îranê li axa Kurdistanê û egera êrişa li ser partiyên Rojhilat û helwesta PDKÎyê ji Heftenameya Basê re axivî. Zencîrî got; “Li jêrî baregehên bajarokê Teqteq heye û hêzên Îranî heta wê derê hatin. 2 armancên wan hebûn; Yek li wê derê bîreke neftê heye û armanca din jî em bûn ku baregehên me nêzîkî wê derê ne. Egera êrişê zêde ye. Ji bo wan binpêkirina axa Kurdistanê ne girîng e.”

“Pasdarên Îranê axa Kurdistanê dagir dikin”

Selîm Zencîrî dibêje, li devera ku baregehên me lê hene, hêzên YNK hene û axaftina xwe wiha didomîne: “Bajarok Teqteqê ne di nav deverên nakok de ye. Ev bajarok girêdayî Hewlêrê ye. Niha pasdarên Îranê û hêzên Îraqî tu sînoran nas nakin û axa Kurdan dagir dikin.”

Endamê PDKÎyê Zencîrî li ser şerê li Pirdê ku Heşdî Şabî hatibû têk birin jî diaxive û dibêje: “Eger li Pirdê rêgirî nehatibe kirin wê hêzên wan gelek bi pêş de bihatana. Li Şerê li Pirdê dengvedaneke mezin û girîng pêkanî. Şerê li Pirdê hevkêşe guhert.”



“Em ê li ber xwe bidin”

Selîm Zencîrî di dewama axatina xwe de dibêje; “Em Kurd li qada şer bidest dixin û li ser masê jî ji dest didin. Divê em ji vê rewşa heyî dersan derxînin û wiha pê de dice: “Heta ku hêza me hebe em ê berevaniya xaka Kurdistanê bikin. Xelkê Rojhilat jî bêdeng namîne. Heta niha ji bo ku em hincetan nedin Îranê em di rewşeke pasîf de man ku niha hatine ber difna me. Eger hêj bi pêş de werin ev dever ne navçeyeke nakok e û em ê heta dawîn li ber xwe bidin. Em bang li hemû rêxistinên navdewletî dikin ku bizanin Îranê li Kurdistanê êdî ne cihê veşartinê ye. Divê herkes bizanibe. Niha opozîsyona herî xurt li Rojhilat li dijî Îranê niha partiya me ye û niha ji ber wê yekê jî ew jî êrişî me dikin. Em ê heta dawîn li ber xwe bidin.

Metirsî li ser kampên me heye

Endamê polîtburoya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî jî ji Basê re got; “komeke çekdarên Heşda Şebî û pasdarên Îranê bi çekên giran nêzîkî navçeya Teqteq ya bajarê Koye bicîh bûne, em ji vê yekê nîgeran in. Ew çekdar û pasdar derbasî nav gundê “Şîwesûr” yê Teqteqê bûne. Ew jî metirsî ye li ser kampên me yên li kêleka bajarê Koye.” Qadîrî eşkere kir ku ew amade ne bersiva her êrişekî bidin û got, “Em daxwaz ji DYA û NY dikin mudaxele bikin.

Basnews
Top