Zalmay Xelîlzad Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Amerîkayê
Zalmay Xelîlzad li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek belav kir û got: “Washîngton daxwaza guftûgoyeke cidî di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dike ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dûrketina ji pevçûnan, lê Heyder Ebadî berî biçe Tirkiyeyê, deriyê Îbrahîm Xelîl dixwaze.”
Ji aliyê din ve duhî Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi serdanekê gihêşt Bexdayê û ligel Heyder Ebadî civiya bû. Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha ragihandina Ebadî, Tillerson
daxwaz ji Ebadî kiriye, li ser binemayên destûrê pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û xwe ji pevçûnan dûr bixe.
Xelîlzad di berdewamiya peyama xwe de got: “Îro berbangê hêzên Iraqê êrişî ser Rebîa û Mexmûrê kirin, lê ziyanên mezin gihêştin wan hêzan.”
Li gorî wî dîplomatê amerîkî, Ebadî hişyariyên Washîngtonê yên derbarê pevçûnan de piştguh dike û dixwaze bi riyên leşkerî bigihe deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl, berî ku serdana Tirkiyê bike.
Waar.tv
