• Thursday, 19 February 2026
logo

Zalmay Xelîlzad Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Amerîkayê

Gulan Media October 25, 2017 Nûçe
Zalmay Xelîlzad Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Amerîkayê
Zalmay Xelîlzad ku Balyozê Amerîkayê li Bexdayê bû ragihand ku êdî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî guh nade hişyariyên Washîngtonê.

Zalmay Xelîlzad li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de peyamek belav kir û got: “Washîngton daxwaza guftûgoyeke cidî di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dike ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dûrketina ji pevçûnan, lê Heyder Ebadî berî biçe Tirkiyeyê, deriyê Îbrahîm Xelîl dixwaze.”

Ji aliyê din ve duhî Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi serdanekê gihêşt Bexdayê û ligel Heyder Ebadî civiya bû. Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha ragihandina Ebadî, Tillerson

daxwaz ji Ebadî kiriye, li ser binemayên destûrê pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û xwe ji pevçûnan dûr bixe.

Xelîlzad di berdewamiya peyama xwe de got: “Îro berbangê hêzên Iraqê êrişî ser Rebîa û Mexmûrê kirin, lê ziyanên mezin gihêştin wan hêzan.”

Li gorî wî dîplomatê amerîkî, Ebadî hişyariyên Washîngtonê yên derbarê pevçûnan de piştguh dike û dixwaze bi riyên leşkerî bigihe deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl, berî ku serdana Tirkiyê bike.

Waar.tv
Top