Kûsret Resûl: Ji derveyî Serok Barzanî, em fermanê ji kesî wernagirin
Ligor daxûyaniya ofîsa Kûsret Resûl, di civînê de rewşa siyasî, êrîşa Kerkûkê û êrîşên dijî bajarokên din ên Kurdistanê di herêmên derveyî idareya herêma Kurdistanê de hate nirxandin. Wekî planek berfereh a dijminane hate destnîşankirin.
Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê diyarkir: “Ji derveyî Fermandarê Hêzên Giştî yên Pêşmerge û Çekdarên Kurdistanê, ji tu kesek din em fermanê wernagirin”.
k24
