Barzanî û Kobish rewşa dawiyê nirxand
Li gor şandiyê Neteweyên Yekgirtî, ji bona bidawîanîna aloziyan divê aqarek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê amadekirin û êdî xelk koçber nebe.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekîd kir ku ji bona çareserkirina tevaya pirsgirêkan baştirîn rê diyalog û danûstandinên cidî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Serokwezîr diyar kir ku pêş û piştî referendûmê jî herêma Kurdistanê xwestiye bi rêya diyalogê hemû arîşeyan bi Bexdayê re çareser bike û di vê çarçoveyê de, ji bona amadekirina aqarê danûstandinan rola Neteweyên Yekgirtî û welatên hevpeymanan roleke giring dibe.
Serowkezîr tekêd li ser wê yekê kir ku divê tevgerên leşkerî bên rawestin ji ber ku ew ne di berjewendiya aramî û asayîşa deverê de ye ê arîşeyan zêdetir dike.
