• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Pêşmergeyên: Pêşmerge wê bi hemû hêza xaka Kurdistanê û gelê xwe biparêze

Gulan Media October 24, 2017 Nûçe
Wezareta Pêşmergeyên: Pêşmerge wê bi hemû hêza xaka Kurdistanê û gelê xwe biparêze
Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên Îraqî û Haşdî Şabî hêza leşkerî nêzî sînorê Kurdistanê dike û hewldanên xwe yên pêşveçûnê didomîne.

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê piştî êrişa hêzên Iraq û Haşdî Şabî yên ser navçeya Mehmûdiyê û Mexmûrê daxuyaniyek belav kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Pêşmerge wê bi hemû hêza xaka Kurdistanê û gelê xwe biparêze.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ti niyeta Haşdî Şabî ku li gorî peymanê tevbigere tuneye û armanca wê şikandina rûmeta xelkê Kurdistanê ye.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Piştî bûyerên Kerkûk û derdorên wê hêzên iraqî û Haşdî Şabî hemû peymanan binpê, hê jî hêza leşkerî nêzî sînor dikin û hewla pêşveçûnê dikin. Em dixwazin dubare bikin ku ev hewla hêza iraqî û Haşdî Şabî nayê qebûlkirin. Pêşmerge wê bi hemû hêza bergiriyê li xaka Kurdistan û gelê xwe bike.”

Waar.tv
Top