Bahçelî: Bila li Kerkûkê rêveberiya xweser bê avakirin
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijaperest (MHP) Devlet Bahçelî îro li parlamentoya Tirkiyê di komcivîna partiya xwe ya heftane de gotarek pêşkêş kir û tê de behsa êrişa Kerkûkê ya Heşda Şeibî û artêşa Iraqê jî kir.
Devlet Bahçelî wiha got: “Kerkûk hatiya rizgarkirin û tirkmenan nefeseke rihet hildan. Piştî giştpirsiya encama hesabên şaş ên Barzanî niha li Iraqê ji bo statûya Kerkûkê derfeteke nû derketiye holê. Di qonaxa yekem de divê polîsê federal û artêşa Iraqê ewlehiya li Kerkûkê biparêze. Divê terorîst bi temamî ji bajêr bêne paqijkirin.
Hesreta serxwebûnê ya Barzanî niha û bi mecbûrî hatiye rawestandin. Girîng e ku Heşda Şeibî ewlehiya bajêr lixwe negire. Divê verastkirinên ji bo artêşa Iraqê bibe alîkar bêne kirin.”
Derbarê statûya Kerkûkê de jî Bahçelî wiha got: “Di pêvajoya diristkirina statûya Kerkûkê de divê gava destpêkê çêkirina arambûnê û verastkirina demografiya bajêr be. Bila Kerkûk xweser be û ne girêdayî ti wîlayeta be.”
Rudaw
