• Thursday, 19 February 2026
logo

AMNESTY: Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên din sivîl kuştine

Gulan Media October 24, 2017 Nûçe
AMNESTY: Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên din sivîl kuştine
Rêxistiya lêbûrîna navdewletî ya naskirî bi nave AMNESTY International, raporek li ser binpêkirinên vê dawiyê yên çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûk û Xurmatû belav kir.

Li gorî rapora AMNESTY, çekdarên Heşda Şeibî li navçeyên ku dagîr kirine, xelkên sivîl kuştine û bi hezaran kes mişext kirine û bi sedan mal jî talan kirine û şewitandine.

Herweha AMNESTY eşkere kiriye ku xelkê qeza Xurmatû yekem qurbaniyên binpêkirinên çekdarên Heşda Şeibî bûn.

Derbarê vê yekê, berpirsa beşê rojhilata navîn ya rêxistiya AMNESTY Lîn Meilûf ragihand: "Di demeke kêm de, çekdarên Heşda Şeibî jiyana hezaran jin û zarokên Xurmatû kirine dojeh û navçeyên wan wêran kirine û bi hezaran kes jî mişextî navçeyên aram yên di bin destê Pêşmerge de bûne."

K24
Top