AMNESTY: Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên din sivîl kuştine
Li gorî rapora AMNESTY, çekdarên Heşda Şeibî li navçeyên ku dagîr kirine, xelkên sivîl kuştine û bi hezaran kes mişext kirine û bi sedan mal jî talan kirine û şewitandine.
Herweha AMNESTY eşkere kiriye ku xelkê qeza Xurmatû yekem qurbaniyên binpêkirinên çekdarên Heşda Şeibî bûn.
Derbarê vê yekê, berpirsa beşê rojhilata navîn ya rêxistiya AMNESTY Lîn Meilûf ragihand: "Di demeke kêm de, çekdarên Heşda Şeibî jiyana hezaran jin û zarokên Xurmatû kirine dojeh û navçeyên wan wêran kirine û bi hezaran kes jî mişextî navçeyên aram yên di bin destê Pêşmerge de bûne."
K24
