Heşda Şeibî ji Mexmûrê ve êrîş kir
Berpirsê Fewca 4 a Lîwaya 14 a Hêzên Pêşmerge Edhem Mizûrî ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê nîvro (24-10-2017) hêzên Heşda Şeibî li bilindahiyên Bazarge yên li Eniya Mexmûrê êrîş anîne ser çeperên pêşmerge.”
Mizûrê da zanîn: “Pêşmerge bi lez bersiv da êrîşê û têk bir. Otomobîlekî serbazî yê Hummer hate teqandin û kete destê pêşmerge. Herwiha Hummerekî din jî bû armanca guleyên pêşmerge. Kuştî û birîndarên wan hene lê hejmara wan ne zalal e. Pêşmergeyk jî birîndar e.”
Ji aliyê din ve Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 08:20ê danê sibê li navçeya Mehmûdiye êrîşa Heşda Şebî têkşikand.
Fermandarê Leşkerê Taybet ê Gulan Mensûr Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ku di encama berevaniya pêşmergeyan de 2 hummer û bacerekî Heşda Şebî hatine têkbirin.
Roja 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê, bi hevkariya pasdarên Îranê, dest bi êrîşa ser navçeyên Kurdistanî kir û Kerkûk û çend navçeyekî din kontrol kir. Êrîşên hêzên iraqî ji wê rojê ve berdewam dikin.
Rudaw
