• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmerge êrîşke din a Heşda Şeibî şkand

Gulan Media October 24, 2017 Nûçe
Pêşmerge êrîşke din a Heşda Şeibî şkand
Hêzên Pêşmerge li bajarokê Mehmûdiye ya Rebîeyê bersiv da êrîşa Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê. Li gorî zanyariyan êrîş ji aliyê pêşmerge ve hatiye têkbirin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro 24-10-2017, demjimêr 08:20ê danê sibê êrîşa Heşda Şebî, ku ji Rebîa ber bi Mehmûdiye ve diçûn, têkşikand.

Fermandarê Leşkerê Taybet ê Gulan Mensûr Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ku pêşmergeyan hişyarî dane Heşda Şeşbî da ku neyên pêş lê ji ber ku hêzên Heşda Şeibî dest bi tevgerê kiriye, şer derketiye.

Mensûr Barzanî da xuyakirin Heşda Şeibî êrîşî ser çeperên pêşmerge kiriye û di encama berevaniya pêşmergeyan de 2 hummer û bacerekî Heşda Şebî hatine têkbirin.

Mensûr Barzanî da xuyakirin, ku Bexdayê bi fermê daxwaza rawestandina şer kiriye.

Top