Parlamentoya Kurdistanê ji bo 8 mehan helbijartinên giştî paşxistin
Parlamentoya Kurdistanê îro li hev civiya û di wê civînê de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo 8 mehan bên dirêjkirin.
Ji 111 parlamenteran 68 parlamenter di civînê de amade bûn û ji wan 60 kesan dengê ‘erê’ bi kar anîn, 8 kesan jî dengê ‘na’ bi kar anîn û di encamê de hilbijartin ji bo 8 mehan hatin dirêjkirin.
Herwesa di civînê de Bêgerd Talebanî ji firakisyona YNKê bi 59 dengên parlemantaran, weku sikirtêra herdemî ya parlemantoy hat helbijartin.
waar.tv
