• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir

Gulan Media October 24, 2017 Nûçe
Serokê Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Êvariya roja dûşem 23.10.2017 Emmanuel Macron Serokê Fransa li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Macron nîgeraniya xwe ya li rewş û girjiyên di navbera Hewlêr û Bexda nîşanda û daxwaza ewe kir ku her dû alî li ser xwe bin û şer û pêkdadan dirust nebê û tekez jî li wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo çareser kirina kêşeyan guftûgo û danusandine.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî rewş û rûdanên vê dawiyê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo Serokê Fransa şîrove kir.

Biryare Serokê Fransa li vî derbarî de li hewla xwe de berdewam bê bo ku her dû aliyan Hewlêr û Bexda bi guftûgoyê çareseriya kêşeyan bikin.

Top