Heyder Şeşo: Me bi Heşda Şeibî re ti rêkeftinek nekiriye
Rojek piştî êrîşa ser Kerkûkê, roja 17ê Cotmehê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bêyî şer çûne nav Şingalê û bajarokê Sinûnê. Fermandeya Şingalê ya Pêşmerge hêzên xwe vekişandin lê pêşmergeyên Fermandeya Hêzên Parastina Êzdîxanê, ku ser bi Wezareta Pêşmerge ne û fermandariya wî Heyder Şeşo dike, di nava Şingalê de man.
“An bi şer an bi xweşî”
Hejmara pêşmergeyên Hêzên Parastina Êzdîxanê 4 hezar pêşmerge ne. 2 hezar pêşmergeyên vê hêzê, di destpêka sale de beşdarî nav rêzên Wezareta Pêşmerge bûn.
Heyder Şeşo ji Rûdawê re behsa dema hatina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kir û got: “Demjimêr 11.00ê roja 17ê Cotmehê pêşmergeyên min ji min re ragihandin, ku liv û tevgera Heşda Şeibî heye. Roja 17ê Cotmehê jî danê sibê ragihandin, ku bi şer be yan jî bi xweşî dê werin nav Şingalê. Wê demê min peywendî bi fermandarên din ên pêşmerge kir, wan jî gotin, ku em şer naxwazin û vedikişin. Lê min biyar da, çawa ku dema DAIŞ hat li Şingalê mam heman awayî dîsa di cihê xwe de bimînim.”
Dest bi talankirina Şingalê kirin
Bi gotina Heyder Şeşo heman rojê li gel fermandarê hêza iraqî hevdîtinek kiriye û diyar kir: “Wan gotin em hatine we biparêzin neke şerê we bikin. Bi ti awayî xwe tevlî karûbarên îdarî yên Şingalê nakin. Lê wan soza xwe zû şkînandin û dest bi talankirina fermangehên Şingalê û baregahên partiyan û malên hemwelatiyan kirin.”
Şeşo dibêje wan ji ber vê talankariyê giliya xwe gihandine fermandarên Iraqê lê wan jî gotiye: “Ew Heşda Şeibî ne desthilata me bi ser wan de nîne.”
Derbarê hêzên hatine nav Şingalê de Heyder Şeşo got: “Hinek ji wan êzidiyên me ne, ku çûne nav Heşda Şeibî de.”
“Baweriya min bi Heşda Şeibî nayê”
Niha tenê heyder Şeşo û hêza wî li nav Şingalê mane. Ji ber vê gotegot hene, ku dibêjin Fermandarê Hêzên Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo li gel hikûmeta Iraqê rêkeftineke veşartî kiriye.
Lê Heyder Şeşo van gotegotan qebûl nake û dibêje: “ne li gel artêşa Iraqê û ne jî li gel Heşda Şeibî ti rêkeftineke min nîne. Ez baweriya xwe jî bi Heşda Şeibî naynim.”
Şeşo bêdengiya Wezareta Pêşmerge jî rexne kir û da xuyakirin: “Take hêza pêşmerge ya di nava Şingalê de em in lê heta niha ti fermandarekî Wezareta Pêşmerge pirsa rewşa me nekirine. Ti rênimayek jî nedane me.”
“Em Şingalê bernadin”
Fermandarê Hêzên Parastina Êzdîxanê dibêje: “Em bi ti awayî ji Şingalê dernakevin. Çawa me li hember DAIŞê berevaniyeke tund kir, heman awayî emê li dijî Heşda Şeibî jî li berxwe bidin.”
Niha li ser riya giştî gelek bazgeh û derbendên pêşmerge, hêzên PKKê, artêşa Iraqê, Polîsên Federal, Dijî Teror û Heşda Şeibî hene.
Heyder Şeşo diyar kir: “Niha xelkê Şingalê ji hatina van hêzan ditirse. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî ya Kurdistanê sozên xwe yên Şingalê bicîh neanîn. Me ji wan xwest, ku êzidî bi xwe herêma xwe birêve bibin lê wan bi dilê xwe, bêyî ku ji me bipirsin rêvebir destnîşan kirin.”
Heşda Şeibî piştî hatina Şingalê endamê Encûmena Beacê Fehd Hamid weke qaymiqamê nû yê Şingalê destnîşan kir. Herwiha kesekî bi navê Xwedêda Cukê yê endamê Heşda Şeibî jî kirin rêveberê bajarokê Sinûnê.
Rudaw
