• Thursday, 19 February 2026
logo

Con Boltin: Demeke dirêje Îranê pilana êrişkirina ser Kerkûkê danay

Gulan Media October 23, 2017 Nûçe
Con Boltin: Demeke dirêje Îranê pilana êrişkirina ser Kerkûkê danay
Balyozê berê yê Aemerîka li Neteweyên Yekgirtî ragihand: Heşda Şe’bî û mîlîşyatên Îranê bi hevra, demekê dirêje pîlan bo êrişkirina ser Kerkûk û deverên Kurdistanê dana bû.
Con Boltin sîyasetmedar û balyozê berê yê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî di hevpeyvînekê da ji bo kenalê FOX yê Amerîkî got: Peywendîyên di navbera Bexda û Rîyazê da ti tiştan ji rastîya desthelata Îraqê naguhere û ta niha jî Îran sitratîjîya Îraqê destinîşan dike û bi rêya Îraqê xwe di gehîne Sûryê û Lobnan û piştevanîya giropên teroristî diken.
Con Boltin rexne jî li welatê xwe girt û got: Îranê sitratîjîya piştî qonaxa şerê DA’Şê danaye û bizavan diken hejmûna xwe li ser welatên deverê bi sepînin û dijatîya serxwebûna Kurdistanê bike, hevdem Amerîka jî di şerê DAIŞê da piştevanîya Îraqê kirîye, lê nikarîn sitratîjîya xwe ji bo qonaxa piştî DAIŞê bi dane.
Boltin da zanîn jî: Bêdengîya îdareya Amerîka li hember hatina pasdarên Îranê bu Kerkûkî, dustên Amerîka yên mêjûy li hember Tehranê bi tenê hêlan.

Waar.tv
Top