Bilançoya Pirdê: 118 kuştî
Li gorî daneyên Rûdawê ji nexweşxaneyên Kerkûkê berhev kirine di pevçûnên Pirdê de 118 milîsên Heşda Şeibî hatine kuştin. Herwiha di şerê Pirdê de 6 pêşmerge şehîd bûn û çend jî birîndar bûne.
Di pevçûnê Pirdê de Fermandeyê Pêşmerge Serheng Xazî Dolemerî jî şehîd bûye û paş xwe jê 4 pêşmerge 6 zarok hişt.
Piştî vekişîna Hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê û kontrolkirina wê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve, duh Înê 20ê Cotmeha 2017ê wan hêzan li bajarokê Pirdê yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê ku dikeve navbera Kerkûk û Hewlêrê, êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û hewl dan, ku ber bi pêş ve bên, lê belê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv dane êrişên wan û di encamê de şerekî giran di navbera wan de derket.
Fermandeyiya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê duh derbarê şerê li Pirdê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, ku hemû êriş hatine têşikandin û derdora 20 tank û wesayitên leşkerî Hummer hatine jinavbirin.
Di xalên pevçûn rû dide de Hêzên Peşmerge sengerên xwe qehim kirine.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge bi awyekî tund bersiva êrişên Heşda Şeibî da û ew êriş pûşkirin û welatên zilhêz ji hêzên iraqî xwest ku tevgerên xwe li wan herêman bidawî bikin.
Rudaw
