Pisporê Amerîkî, Dubowitz: Eger Amerîka dostaniya kurdan nake bila nebe dijminê wan jî!
Dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve, ne tenê di nav kurdan de lê di hemû cîhanê de deng vedaye.
Vekolerê Amerîkî û serokê Dezgeha Parastina Demokrasiyê Mark Dubowitz li ser wê mijarê ji televîzyona Fox News ya Amerîkî re gotiye, şerê dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ve hat kordînekirin. Ew, kesekî metirsîdar e û li Kerkûkê şerê Amerîka dike.
Mark Dubowitz behsa helwesta Amerîka li hember dagîrkirina Kerkûkê û êrişên Heşda Şeibî li dijî Kurdistanê jî gotiye, eger Amerîka dostaniya kurdan nake bile nebe dijminê wan jî. Bila vê jî ji bîr neke ku Pêşmerge û gelê Kurdistanê dostên nêzîk yên Amerîka ne û xwîna wan tevlî xwîna Amerîkiyan bûye.
Wî vekolerê Amerîkî daye xuyakirin ku pilana dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê pasdarê Îranî Qasim Suleymanî ve hatiye danîn û gotiye, divê Amerîka li hember vê yekê bêdeng nemîne û bi dagîrkirina Kerkûkê jî razî nebe.
Mark Dubowitz ragihandiye ku Qasim Suleymanî dixwaze siyaseta Trump ya sînordarkirina zêdegaviyên Îranê li Iraq û Sûriyê bişkêne û gotiye, dagîrkirina Kerkûkê jî beşek ji wê pilanê ye.
Serokê Dezgeha Parastina Demokrasiyê behsa metirsiya dagîrkirina Hewlêrê jî kiriye û gotiye, eger Heşda Şeibî û pasdarên terorîst Hewlêrê jî dagîr bikin wê çaxê derbek giran li berjewendî û asayişa netewî ya Amerîka dikeve.
Mark Dubowitz van daxwazan ji Ameîrka dike:
*Divê Amerîka Heşda Şeibî û pasdarên Îranê bitirsîne
*Divê Amerîka hişyariyê bide Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ku dê rê nede ew Kurdistanê dagîr bikin
*Divê Amerîka gefa bikaranîna hêz li dijî Îranê bixwe da ku bi rastî ji Amerîka bitirse
Wî pisporê Amerîkî behsa nakokiyên navxwe yên kurdan jî kiriye û gotiye, Îran di vê yekê de serket ku kurdan parçe bike lê divê Amerîka hewl bide kurdan bike yek.
Basnews
