• Thursday, 19 February 2026
logo

YNK daxwaz ji alîgirên xwe li Ewropayê kir beşdarî xwepêşandanên piştgiriya Kurdistanê nekin

Gulan Media October 22, 2017 Nûçe
YNK daxwaz ji alîgirên xwe li Ewropayê kir beşdarî xwepêşandanên piştgiriya Kurdistanê nekin
Rêxistinên YNK daxwaz ji alîgirên xwe li Ewropayê kir, beşdarrî di xwepêşandanên kurdistaniyan bo piştgiriya pêşmerge û Kurdistanê de nekin.

Li gor belgenameyek ku, nivîsîneke fermî ya rêxistina YNK li Ewropa û wêneyeka wê giheştiye BasNewsê tê de YNK daxwaz ji hemû û alîgirên xwe li Ewropayê kiriye bi ti awayî beşdariyê di xwepêşandanên welatên Ewropayê de bo piştgiriya pêşmerge û Kurdistanê nekin.

Ew nivîsîna YNK di demekê de tê ku, duh Înê 20.10.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Kurdistaniyên Ewropa û Amerîka kir dest bi xwepêandanan bo piştgiriya Kurdistanê bikin li dijî êrîşên Heşda Şeibî pasdarên Îranê li ser xaka Kurdistanê.

Basnews
Top