• Thursday, 19 February 2026
logo

Pentagonê bilindkirina wêneyên Ebdella Ocelan li Reqa şermezar kir

Gulan Media October 22, 2017 Nûçe
Pentagonê bilindkirina wêneyên Ebdella Ocelan li Reqa şermezar kir
Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîka Adiryan Galawî ji ajansa Anadolê re got: Amerîka ji sala 1997an ve PKK weke rêxistineke terorîst dibîne û dibîne ku ew rêxistin aramiyê li navçeyê têk dide.

Adiryan Galawî diyar kir, ew bilindkirina wêneyên Ebdella Ocelan li Reqayê şeremezar dike û welatê wî piştevaniya Tirkiyê dike di şerê wê yê li dijî PKKê.

Galawî eşkere kir, ku Hêzên Sûrya Demokrat li ser rakirina wî wêneyî ne razîbû.

Berî du rojan Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi helkefta kontrolkirina Reqa ahengek lidar xistibû û têde wêneyekî mezin yê rêberê PKKê Ebdella Ocelan bilind kirbû, ku ew yek bibû cihê nerazîbûna berpirsên Tirkiyê.

K24
Top