Îran: Me ji ber petrolê Kerkûkê ji destê kurdan derxist!
Çend roj berê, çeteyên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê bi tifaq û xiyaneta beşek ji YNKê bajarê Kerkûkê dagîr kirin.
Li ser vê yekê, berpirsekî Îranê ji Reutersê re gotiye, nefta Kerkûkê bo Îranê gelekî girîng e ji ber wê jî bi rêya Heşda Şeibî ji destê kurdan hat derxistin.
Wî rayedarê Îranê kurd wek dijmin daye nasîn û gotiye, eger nefta Kerkûkê di destê dijminan de bimîne dê bibe tehdîd li ser Îranê ji ber wê jî ji destê kurdan hat derxistin.
Basnews
