• Thursday, 19 February 2026
logo

Sîstanî li ser rewşa Kerkûkê peyam da

Gulan Media October 20, 2017 Nûçe
Sîstanî li ser rewşa Kerkûkê peyam da
Oldarê mezinê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî derbarê rewşa Kerkûkê û aloziyên navbera pêşmerge û hêzên Iraqê de peyamek belav kir û têde daxwaz ji serkirdatiya Kurd kir, ku refên xwe bikin yek û kar bo derbaskirina vê qeyrana niha bikin bi rêya karkirin û alîkarîkirina hikûmeta Iraqê li gotî bingehên destûrî.

Elî Sîstanî di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku nabe pêşbeçûna hêzên iraqî weke serkevtin bo aliyekê û şikest bo aliyekê din were hesabkirim.

Sîstanî dibêje: “Çarenivîsa iraqiyan tevî hemû pêkhateyên ciyawaz ên Ereb, Kurd, Tirkmen û yên din ev e ku pêkve li ser vê xaka xoştevî bijîn û ti derfetek li pêş wan nîne bo çêkirina paşerojeke baştir ku têde ewlehî û îstiqrar û refahiyetê dabîn bikin, bi yekxistina hewlan bo çareserkirina arîşeyên li ser hev kombûyî yên salên bihorî.”

Oldarê mezinê şîeyên Iraqê herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dike, ku zêdetir bixebite daku hevwelatiyên Kurd piştrast bike ku dê hemû şiyanên xwe bo berevanîkirin û çavdêrîkirina wan li ser bingeha wekheviyê li gel hemû iraqiyên din bi kar bîne û ti tiştek ji mafên destûrî yên wan kêm nake.

Elî Sîstanî daxwaz ji hemû aliyan û bi taybet serkirde û elîtên siyasî jî dike, ku bo bihêztirkirina yekgirtina niştimanî li ser bingehên destûrî û xurtkirina pêwendiya xoştevî ya navbera pêkhateyên gelê Iraqê bi rêya dabînkirina berjewendiyên hemûyan bêyî ti ciyawazî û dûrkevtina ji tolhildanên bûyerên vê dawiyê û kêmkirina aloziyê li navçeyên hevbeş û hêsankirina vegera awareyan bo malên wan û parastina mulk û malê giştî û taybetî û rêgirîkirina ji destdirêjiya li ser wan.

Sîstanî herwiha daxwaza dûrxistina her cure nîşaneyekê ku amaje be bo nijadperestiyê yan tayifîbûnê, çi bi rêya belavkirina dîmenên vîdeoyî yan girteyên dengî yan hildana afîşan yan gotina dirûşm, şewitandina wêne yan alayan yan her tişteke din dike û ji aliyên pêwendîdar jî dixwaze ku rêkarên pêwîst encam bidin bi mebesta nehêlana wan kesên ku wê karê ne exlaqî encam didin, ku zirarê digihîne aştiya navxweyî û pêkvejiyana navbera xortên vî niştîmanî

Rudaw
Top