• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîrê Îsraîlê ji bo Kurdistanê kete nava liv û tevgerê

Gulan Media October 20, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Îsraîlê ji bo Kurdistanê kete nava liv û tevgerê
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li dijî guvaş û êrîşên hêzên çekdarên Iraqê yên li ser kurdan û herwiha piştgiriya Kurdistanê, di nava serkirdeyên cîhanê de dest bi karê lobî dike.

Ajansa Reutersê ji zare berpirsekî bilind ê Îsraîlê belav kir, ku Benyamîn Netanyahû li dijî êrîşên ser kurdên Başûrê Kurdistanê yên artêş û hêzên çekdarên Iraqê, di nava serkirdeyên cîhanê de karê lobî dike da ku piştevaniyê kom bike.

Li gorî gotina wê berpirsê Îsraîlê, Netanyahû bi vê armancê li gel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn axiviye.

Li gorî zanyariyên, ku Reutersê belav kiriye, biryare ji bo heman armancê, di nava vê hefteyê de, Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî yê Îsraîlê, mijara piştgiriya kurdan li gel rêveberiya Donald Trump gotûbêj bike.

Hevdem Wezîrê Îstîxbatara Îsraîlê Yizsael Katz jî roja Înê ji Radyoya Telavîvê re ragihand, ji bow ê yekê kar dikin da ku êrîşên ser kurdên Iraqê bidin sekinandin. Ji ber ku kurd hêjayê piştgiriyê ne, ku rojava pişta wan bigre.

Katz herwiha ragihand, niha Serokwezîrê Îsraîlê ji bo piştgirîkirina kurdan li gel Amerîka, Rûsya, Fransa û Almanyayê di nava peywendiyan de ye.

Rudaw
Top