Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyê li destpêşxeriya Ebadî ya ji bo destpêkirina diyalogê dike
Civata wezîran, bi minasibeta wefatkirina serok Mam Celal, sersaxî ji Qubad Talebanî re xwest û wî jî li ser navê malbata xwe sipasiya civata wezîran kir.
Di civînê de bûyerên devera medaya 140 û rewşa Kerkûkê û deverê bi giştî hatin nirxandin û civta wezîran sersaxî ji malbatên serbilindên şehîdên berxwedana Kerkûkê re xwest û hêviya çakbûnê ji bo birîndaran xwest.
Di civînê de hat gotin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li însiyatîva dawiyê ya birêz Heyder Ebadî serowkezîrê Îraqê ya ji bo destpêkirina danstandinan bi Herêma Kurdistanê re û çareserkirina pirsgirêkan li gor destûra Îraqê û di çarçoveya şeraket û tewafiqê de, dike. Herwesa daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bona destpêkirin û birêveçûna daiyaloga navbera Bexda û Hewlêrê hevkariya her du aliyan bikin.
Civata wezîran daxwaz ji saziyên hikûmetê û hevwelatiyên Kurdistanê dike ku di hawara xûşk û birayên xwe yên koçberên xelkê xweragirê Kerkûk û Tozxurmayê biçin û sipasiya sazî û xelkê Kurdistanê kir ku alîkarî ji wan koçberên Kekrûk û bajarên din yên ber bi deverên di bin îdareya Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Civînê tekîd kir ku divê ber bi paşerojê binêrîn û, tevî rewşa îro ya Herêma Kurdistanê ku di rewşeke dijwar de derbas dibe, lê biyekrêzî û bihevreyî dê gelê Kurdistanê, ka çawa qonaxên dijawar yên berê derbas kirin, dê vê qonaxa dijwar jî derbas bikin. Weke dîrokê jî ispat kiriye ku îradeya gel bi çek û metodên leşkerî naşikê û pirsgirêkên Îraqê bi vî awayî çareser nabin.
Di dawiyê de, civata wezîran ji bo wefatkirina parlamenter xwedêjêrazî Şivan Qeladizî ku di bûyreke trafîkê de jiyna xwe ji dest da, ji parlamentoya Kurdistanê û malbata wî ya birêz sersaxî xwest.
