Erdogan: Danûstandinê ligel Heşda Şeibî nakin
Recep Tayîp Erdogan dema vegera ji serdana Polonyayê di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, Enqere lêkolînê di belavbûna Heşda Şeibî li navçeyên Neynewayê de dike û ew bi ti awayekî danûstandinê ligel Heşda Şeibî nakin.
Erdogan amaje bi wê jî kir, di demeke nêzîk de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Tirkiyê dike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê girtina deriyê sînorî yê bi Kurdistanê re şert danî û got: “Heger Herêma Kurdistanê sînorên xwe radestî Hikûmeta Iraqê bike, divê Bexda jî pêwsîtiyên xelkê Herêma Kurdistanê dabîn bike.”
K24
