• Thursday, 19 February 2026
logo

Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya rewşa Kurdistan û Iraqê nirxandin

Gulan Media October 20, 2017 Nûçe
Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya rewşa Kurdistan û Iraqê nirxandin
Êvariya roja pênçşem 19.10.2017 li peywendiyekî telefoniya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û xatina Ursula Von der Leyen Wezîra Berevaniya Almanya rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê nirxandin û di derbarê rewşa dawî ya meydanî û pêşhatên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe nîşanda ku radeya ber yekketina serbaziyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê kêm bûye û alozî pêşneketine. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş dûpat kir û tekez jî li piştevaniya welatê ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe jî derbirî ku biryara guftûgo û danustandina çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hatiye dayîn.

Top