Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya rewşa Kurdistan û Iraqê nirxandin
Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe nîşanda ku radeya ber yekketina serbaziyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê kêm bûye û alozî pêşneketine. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş dûpat kir û tekez jî li piştevaniya welatê ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe jî derbirî ku biryara guftûgo û danustandina çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hatiye dayîn.
