• Thursday, 19 February 2026
logo

Waliyê Kerkûkê axivî: Nihêniya rêkeftina Kerkûkê çi bû?

Gulan Media October 20, 2017 Nûçe
Waliyê Kerkûkê axivî: Nihêniya rêkeftina Kerkûkê çi bû?
Necmedîn Kerîm derbarê bûyera Kerkûkê de dibêje: “Rekej beriya 16ê Cotmehê Bavil Talebanî û Qasim Silêmanî derbarê hemû tiştekê de li hev kiribûn.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve ji kar hate dûrxistin, di hevpeyvînekê de ji ajansa Blomberg a amerîkî re got: “Niha plana min a vegera Kerkûkê nîne. Eger vegerim jiyana min dikeve metirsiyê.”

Necmedîn Kerîm behsa wê yekê dike, ku mîlîsên şîe li Kerkûkê bi ser taxên kurdnişîn de girtine û zilm li xelkê sivîl kirine, ji ber vê yekê jî bi hezaran kesan bajêr bicîh hiştine.

Blomberg behsa rola Îranê û Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Silêmanî ya di bûyera Kerkûkê de dike û dibêje: “Roja Yekşemê Qasim Silêmanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed û biraziyên Celal Talebanî rêkeftiye.”

Derbarê vê yekê de Necmedîn Kerîm dibêje: “Rêkeftin kiirbûn, ku dema hêzên iraqî bêne nav Kerkûkê fermandarên pêşmerge tevlî şer nebin. Rojek beriya êrîşê Bavil Talebanî yê kurê mezin ê Celal Talebanî û herdu biraziyên Talebanî, Lahûr û Aras Şêx Cengî hatine Kerkûkê, li gel Qasim Silêmanî civyan. Silêmanî ji wan re got, an hûn dê cihê xwe bihêlin an jî emê êrîşê we bikin.”

Blomberg nivîsiye: “Hinek pêşmergeyan şerê artêşa Iraqê kirin. Lê paşvekişandina yekîneyên sereke hişt ku artêşa Iraqê bi hêsanî bikeve Kerkûkê.”

Kerîm di daxiya hevpeyvîna xwe de dibêje: “Rojek dê bê ez ê vegerime Kerkûkê.”

Rudaw
Top