• Thursday, 19 February 2026
logo

McGurk: 6 hezar çekdarên DAIŞê li Reqayê hatin kuştin

Gulan Media October 20, 2017 Nûçe
McGurk: 6 hezar çekdarên DAIŞê li Reqayê hatin kuştin
Nûnerê Aserokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsiye, “Di şerê Bajarê Reqayê de 6 hezar çekdarên DAIŞî hatin kuştin.”

McGurk nivîsiye jî: “Çekdarên DAIŞê xwe gelekê bihêz didîtin, lê niha ew hatin şikestin û proseya wan biser neket.”

Brett McGurk di serdana xwe dawî de ligel Encûmena Sivîl a Reqayê civiyabû. McGurk Ragihand, Amerîka pêwîstî û alîkariyan dê pêşkêşî deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirine bike, ji bo jinûveavakirina wan deveran û peydakirina aramî û xuzmetguzariyan.

Roja 17ê vê mehê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê bi temamî ragihand.

Rudaw
Top